• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama sersaxiyê bi boneya wefata Şêx Bayîz Talebanî

Peyama sersaxiyê bi boneya wefata Şêx Bayîz Talebanî
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di peyameke sersaxiyê de, bi boneya wefata Bayîz Talebanî Wezîrê berê yê Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sersaxiyê ji malbata xwedêjêrazî re dixwaze.

Tekesta peyama sersaxiyê:

Ji bo malbata xwedêjêrazî Şêx Bayîz Talebanî

Mixabin, îro kesayetî û Wezîrê berê yê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xwedêjêrazî Bayîz Talebanî wefat kir. Bi vê boneya xemgîn, ez li ser navê xwe û hevkarên xwe li Civata Wezîran, sersaxiyê ji we re dixwaz im û ji xwedayê mezin hêvî dikim xwedêjêrazî bi beheştê şad bike.

Di nava wê dema ku me bi hev re kar dikir, Şêx Bayîz mînakek bû ji kesên şareza û serast di karên xwe de, herwesa, sihbetên wî yên xweş û şêrîn germiyeke zêdetir dide ku mirov bikaribe pê re kar bike û bi hev re bigunce. Jiyana wî hemû tekoşîn û dilsozî ji bo şoreş û gelê Kurdistanê bû.

Serastî û sibetên xweş û şêrîn yên Şêx Bayîz Talebanî weke bîranînên kesekî dilsoz hertim di hizra me de bi zîndî dimînin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistan

21.06.2018
Top