• Thursday, 26 February 2026
logo

176 koçber ji Belarusê vegeriyan Hewlêrê

Gulan Media November 26, 2021 Nûçe
176 koçber ji Belarusê vegeriyan Hewlêrê

Karwanekî din ê koçberan bi rêya balafirgehê ji Mînska paytexta Belarusê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Nûçegihana K24ê ragihand; balafira ku gihîşte Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, 176 koçber tê de bûn û bi rêya hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê geşta xwe pêk anîn.

Koçberek ku xelkê Ranya ye, tevî spasiya bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragihand; tiştê ku li ser wekhevî û mafên mirovan têne gotin hemû derew in û gelek êşkence li koçberan dikin.

Herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariya vegera wan koçberan bike û got: “Nahêlin koçber ji sînorê navbera Belarus û Polandayê vegerin Mînska paytexta Belarusê.”

Koçberê ku vegeriya eşkere kir; hewaya wê derê gelek sar e û polîsê Belarusê êşkence li koçberan dikin.

Herwiha koçberekî din jî ji K24ê re ragihand: “Ez hêvî dikim kes nekeve destê derewên qaçaxçiyan û bawer nekin.”

 

K24

Top