• Tuesday, 17 February 2026
logo

Efrîn – Çekdarên Sûrî yên alîgirên Tirkiyê agir berdan girava gola Meydankê!

Efrîn – Çekdarên Sûrî yên alîgirên Tirkiyê agir berdan girava gola Meydankê!
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê, agir bi daristan û girava gola Meydankê ya Efrînê xistin û şewitandin.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê agir bi daristan û girava di nava gola Meydankê xistin û ew şewitandin.

Wî jêderî got jî, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, grûpên çekdar dest danîbûn ser bendava Meydankê û hemû kelûpelên wê, herwiha çekdaran dest danîbûn ser keştiya ku karmendên bendavê pê asta avê di bendavê de dipîvan û rojane bi wê keştiyê diçûn nava wê giravê. Duh jî hejmarek ji çekdaran bi riya wê keştiyê çûn giravê û agir bi daristana wê giravê xistin.

Li gorî agahiyên wî jêderî, agir ji berêvara duh bi wê giravê ketiye û xelkê Efrînê artêşa Tirkiyê ji wê yekê agahdar kirine, lê ta niha ti hewl ji bo vemirandina êgir nehatine dan û agir ta niha vêketî maye.

Ji hefteyekê ve ye, agir bi awayekî rojane bi daristana navçeya Şera ya li derdora gola Meydankê dikeve û dengên teqeyan jî li nêzîkî daristanê tê bihîstin.

Wî jêderî da zanîn jî, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, hemû dezgehên xizmetguzariyê û berevaniya sivîl ji kar ketine, heger çi agirek li çi cihekî pêkeve, ti tîmeke agirkuj û hawarhatinê li Efrînê û navçeyên wê nemane ku bi hawara welatiyan ve bên.

Bendava Meydankê 20 km dûrî bajarê Efrînê û ketiye aliyê bakûrê bajêr.

Basnews
Top