Li Bexdayê di navbera polîsên federal û çekdarên Heşda Şeibî de şer derket!
Wezareta navxwe ya Iraqê ragihand, bi sedema şer û pevçûnan di navbera polîsên federal û çekdarên milîsên Ketaîb Hizbullah a girêdayî Heşda Şeibî, kesek hat kuştin û 3 polîs birîndar bûn û hêzên emnî baregeha wê grûpê li Bexdayê dorpêç kirin.
Li gorî zanyariyan, li kolana Filistîn li rojhilatê Bexdayê, ew şer û pevçûn qewimî, ev jî piştî wê yekê hat, ku çekdarên wê koma girêdayî Heşda Şeibî red kirin li rêbendeke polîsên federal rawestin û qebûl nekirin fermanên polîsan bicî bikin, di beramber de polîsan teqe li wan çekdaran kirin û wan jî bersiv dan, di encamê de, kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî jêderên Iraqî, berî niha hêzên emnî ji çekdarên Ketaîb Hizbullah kiribûn, pênc otombêlên serbazî yên di destê wan de, radestî dewletê bikin, ku ji bo veguhestina çekdaran bikar tanîn, lê wan çekdaran ew daxwaz jî red kiribûn.
Li ser vê bûyerê, serokê Komîta Bergiriyê û Asayişê di Perlemana Iraqê de, Hakim Zamilî ji bo navberiyê bike serdana baregeha wê komê ya li Bexdayê kiriye.
Girêdayî heman bûyerê, jêderekî emnî ji Bexdayê ragihand, ku hêzên wan çekdarekî milîsên wê komê , bi tometa teqekirinê li polîsan, li kolana Filistînê li Bexdayê desteser kirin.
Basnews
