• Sunday, 17 May 2026
logo

Li Minbicê li dijî Tirkiyê xwepêşandanek hat lidarxistin

Li Minbicê li dijî Tirkiyê xwepêşandanek hat lidarxistin
Hat ragihandin ku li Minbicê li dijî gefên Tirkiyê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Li bajarê Minbic ê Rojavayê Kurdistanê li dijî gefên Tirkiyê û hatina çekdarên bi ser Tirkiyê ve bo herêmên di navbera Minbic û Cerablûsê de, xelk daket kolanan û xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di vê xwepêşandanê de daxwaz hat kirin ku tevahiya pêkhateyên deverê bi yekdengî li dijî gefên Tirkiyê rabin.

Herwiha di xwepêşandanê de daxwaz hat kirin ku hêzên Tirkiyê ji Efrînê û tevahiya axa Sûriyê vekişin.

Bajarê Minbicê ku Tirkiye ev heyamek e li dij gefan dixwe û herî dawîn di çarçova rêkeftina ligel Amerîkayê hêzên xwe li ser sînorê wî bajarî bicihkirin, niha di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye û hejmareke baregehên hêzên hevpeyman jî li wî bajarî hene.

Basnews
Top