Li Herêma Kurdistanê milyonek û 400 hezar koçber û penaber hene
Neteweyên Yekbûyî di sala 2001ê de roja 20ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Penaberan qebûl kir.
Li gorî amarên herî dawîn ên Komîsyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), li seranserê cîhanê her roj 42 hezar û 500 kes koçber dibin.
Di nav çend salêbn borî de li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Iraq û Sûriyê, qeyrana navxwe û şerê DAIŞê bû sedema koçberbûna milyonan kesan.
UNHCR şerê navxwe yê Sûriyê jî weke “Mezinritîn Qeyrana Serdemê” binav dike. Li gorî heman amaran %85ê penaberan ji welatên nû geşedikin çêdibin. Herwiha %51ê koçberan jî di bin 18 saliyê de ne.
Herêma Kurdistanê ev çend sale bûye strageha koçber û penaberan. Ji ber krîza navxwe ya Sûriyê bi deh hezaran koçberên Rojavayê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê. Di dema şerê DAIŞê de bi sed hezaran koçberan jî ji navçeyên cuda yên Iraqê berê xwe dane parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê.
Herî dawîn, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2018ê, li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Kerkûkê, bi hezaran kes koçber bûn.
Li gorî amarên hikûmeta Herêma Kurdistanê niha milyonek û 400 hezar koçberên Iraq û penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dijîn.
Herwiha li gorî heman amaran %37ê penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampan dijîn û % 66ê wan jî li bajaran dimînin.
Piraniya koçberên Iraqê jî li bajarên Herêma Kurdistanê dijîn. Li gorî amaran %81ê koçberên Iraqê li bajaran dijîn û %19 li kampan in.
Niha li seranserê cîhanê qeyrana penaberan bûye qeyraneke berbelav. Ji Efrîqa, Asya û Rojhilata Navîn çîrokên bi kom ên koçberiyê tên bihîstin, ku di heman demê de guvaşeke mezin ê aborî û civakî li ser wan welatan çêdike, ku mêhvandariya koçber û penaberan dikin.
Rudaw
