• Thursday, 26 February 2026
logo

McGurk: Hevbeşiya me li gel Herêma Kurdistanê demdirêj dibe

Gulan Media November 21, 2021 Nûçe
McGurk: Hevbeşiya me li gel Herêma Kurdistanê demdirêj dibe

Îro 21.11.2021ê berpirsê karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa yê Qesra Spî Brett McGurk di dialoga Mename 2021 de daxuyaniyek da çapemeniya Kurdistanê.

McGurk derbarê hevdîtina roja borî ya li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ji K24ê re ragehand: Civînek gelek baş li gel serokwezîr pêkhat û me behsa hin mijaran kir û dubare spasiya wêrekî û qehremantiya Pêşmerge ya di şerê dijî DAIŞê de lê kir.

Herwaha got: Min teqez diyar kir ku piştevaniyên me yên berdewam ji bo perwerde kirina hêzên çekdar ên Iraq û hêzên Pêşmerge dê bibin û ev mijarekî ku Amerîka pê ve girêdayî û pêbend e. Em berdewam spasdarê vê hevbeşiyê ne û dê hevbeşiya me jî demdirêj be, ji ber gelek karên me yên hevbeş jî mane ku em bikin.’’

Duh serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Brett McGurk civiyabûn û hevdîtinê de guhertin û pêşhateyên navçeyê, rewşa giştî ya Iraqê ya piştî helbijartinên encûmena nûneran û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin guftûgo kirin.

 

Basnews

Top