Li Dîlokê koçber û welatî li hev ketin: 3 kuştî û 5 birîndar
Li gor nûçeya Haberturkê li taxa Gumuştekin a navçeya Mezmaxorê li çayxaneyê di navbera Mustafa Okan ê 46 salî û hemwelatiyekî sûriyeyî de ji ber dengê bilind nîqaş derket.
Piştî nîqaşê di navbera wan de pevçûn derket û kurê Mustafa Okan û çend hemwelatiyên sûriyeyî jî tevlî şer bûn.
Di şerê ku kêr û çek hatîn bikaranîn de li cihê bûyerê Mustafa Okan kurê wî Cengiz Okan mirin û 5 kes jî birîndar bû.
Herwiha welatiyekî Sûriyê ku tevlî bûyerî bibû dema direve ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat kuştin.
Her 5 birîndarên sûriyeyî bo dermankirinê bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Dr. Ersin Arslan.
Rudaw
