Heşdî Şeibî: 22 çekdarên me ji ber bombebaranek Amerîkayê hatin kuştin!
Desteya Heşdî Şeibî ya Iraqê bi beyanameyekê ragehand: ‘’Duh 17.06.2018ê balefireke şer a Amerîkayê leşkerîxaneyên lîwaya 45 û 46 a ser bi Heşdî Şeibî li ser sînorê Iraqê û Sûriyê bi rêya du mûşekan ve bombebaran kiriye û di encamê de 22 çekdarên me hatine kuştin û 12 çekdarên din jî birîndar bûne.’’
Herwaha di heman beyanameyê de daxwaz ji Amerîkayê hate kirin li ser bûyerê daxuyaniyekê bide.
Basnews
