• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ligel Şahzadeyê Behreynê civiya

Gulan Media November 20, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî ligel Şahzadeyê Behreynê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20 Mijdara 2021ê li Mename Paytexta Behreynê, ligel Selman bin Hemed Al Xelîfe, Şahzadeyê Cihnişîn, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokwezîr û Serokê Encûmena Pêşxistina Aboriya Behreynê civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhartin û pêşhatên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Şaneşîna Behreynê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Her du aliyan tekezî li girîngiya bihêzkirin û pêşkêşkirina derfetên weberhênanê, bi sûdwergirtina ji ezmûna weberhênana Behreynê kir.

Top