• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li Mename hejmarek hevdîtin ligel rayedarên cîhanê encam dide

Gulan Media November 20, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî li Mename hejmarek hevdîtin ligel rayedarên cîhanê encam dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Menameya paytexta Behreynê hejmarek hevdîtin ligel rayedarên payebilind ên welatên cîhanê encam dide, ku bi serokatiya şandekê ji bo beşdariya li Diyaloga Mename 2021 a ji bo asayîşa herêmî serdana Behreynê kiriye.

Şanderê K24ê Emar Necmedîn ragihand; biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatiya şanda li cem wî hejmarek hevdîtinên cuda ligel Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Llyod Austin, Hemahengkarê Koşka Spî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk, wezîrên derve yên welatên Erebistana Siûdî, Urdin û Wezîrê Derve yê Yûnanistanê û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûlxêt û Wezîrê Almanyayê ji bo Karûbarên Dewletê dike.

Vê êvarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtinek ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Sir Stephen Lovegrove civiya û di civînê de derbarê rewşa Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin û tekezî li girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariyê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê hate kirin.

Di demjimêr 17:30yê de jî Mesrûr Barzanî beşdarî panelekê bû û bi hûrgilî behsa mijarên "pêwendiya Hewlêr û Bexdayê, pêwendiya navbera Başûrê Kurdistanê û îdareya Rojavayê Kurdistanê, kêşeyên ku PKK ji bo xelkê Herêma Kurdistanê derdixe holê, asayîş û seqamgîriya Kurdistanê, mijara koçberan, peykerbendiya asayîşa navçeyê û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Heşda Şeibî" kir.

 

 

Top