CHP: Baweriya gelê me bi Erdogan û rêveberiya wî nemaye
Berdevkê Partiya Gel a Komarî Faik Oztrak di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa aboriya Tirkiyê rexne li desthilatê girtin û got “Baweriya gelê me ne bi Erdogan, ne bi rêveberiya wî û ne jî bi şirîka biçûk a hevpeymanê nemaye. Gelê me dizane ku sedema van pirsgirêkên aborî Erdogan bixwe ye.”
Piştî daketina nirxê lîreyê li hember dolarê amerîkî û diravên biyanî û xirabûna rewşa aborî ya Tirkiyê hilbijartina pêşwext niha yek mijarên sereke ye di nav siyasetmedarên wî welatî de. Partiyên opozîsyonê li hember bihabûna nirxan û rewşa xirab a aborî berdewam rexneyan li desthilatê digirin û bi gotina wan hikûmeta Tirkiyê êdî nikare welat birêvebibe. Ji ber vê yekê jî aliyên opozîsyonê di daxuyaniyên xwe de banga hilbijartina pêşwext dikin.
Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) ku mezintirîn partiya opozîsyonê ya Tirkiyêye Faik Oztrak îro 19ê Mijdara 2021an di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa aboriya Tirkiyê axivî û rexne li desthilatê girtin.
Faik Oztrak ameje bi wê yekê da ku baweriya gelê Tirkiyê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û rêveberiya wî nemaye û got: ”Êdî gelê me dizane ku sedema van pirsgirêkên aborî Erdogan bixwe ye.”
Li gor rapirsiyan dengên AK Partiyê û hevpemana wê daketine û dengên wan jî bi têra sîstema hilbijartinê ya 50+1 nakin. Ji ber vê yekê jî ew sîstem ji aliyê hinek siyastemedarên berê yên Ak Partiyê ve tê rexnekirin û bi gotina wan ew sîstem niha ne li gor Tirkiyê ye.
Li gor wê sîstemê kîjian alî ji sedî 50+1ê dengan bidestbixe li Tirkiyê dibe desthilat.
Berdevkê CHPê derbarê vê yekê de jî destnîşan kir ku di hilbijartina yekem de Erdogan nayê hilbijartin û got “Îro sedema giliyên ji sîstema 50+1ê jî ev e. Lê ez ji vir eşkere bibêjim. Kîjan pergala hilbijartinê bê bila bê, benda hilbijartinê bikeve kîjan astê Erdogan xilas nake.”
Ev nîqaşên li ser aboriya Tirkiyê piştî wê yekê hatin ku roja 17ê Mijdara 2021an de Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew dê rûbrûyî faîzê bibin û faîzê daxînin.
Piştî vê daxuyaniya Erdogan roja 18ê Mijdara 2021an Banka Navendî biryar da ku faîz bi 100 xalan bo ji sedî 15ê bê daxistin. Bi vê daxuyaniya Banka Navendî nirxê her dolareke amerîkî di nav bazarên Tirkiyê de ji 11 lîreayan derbas bû.
Rudaw
