• Thursday, 26 February 2026
logo

Rewşa koçberên li ser sînorê Poland û Belarûsê

Gulan Media November 20, 2021 Nûçe
Rewşa koçberên li ser sînorê Poland û Belarûsê

Nebûna pêwîstiyên sereke, bêhêvîbûna vekirina sînor bi ser rûyê wan de û daketina pileyên germayê bo jêr  sifrê, bi sedan koçber vegerandin Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Êvara roja Pêncşemê 18ê Mijdara 2021an 431 koçber ku nêzîka ji sedî 95ê wan xelkê Herêma Kurdistanê bûn, geheştin Hewlêrê. Endamekî Peywendiyên Derve û Koçberan li Parlamentoya Kurdistanê dibêje; 3-4 hezar koçberên din li ser sînorê Belarûsê mane.

Endamê Lîjneya Peywendiyên Derve û Koçberan li Parlamentoya Kurdistanê Çiya Şerîf dibêje "Çend kesan hewla wê yekê dane ku peywendiyê bi balyozxaneya Iraqê ya li Rûsyayê bikin, lê mixabin hikûmeta Belarûsê rê nade koçberan ji ser sînorê welatê wan biçin Mînskê."

Polandayê ragihandiye, ji despêka îsal ve 37 hezar hewldanên bezandina sînor ji aliyê koçberan ve hatine dayîn, ku 6 hezar ji van di meha Hezîranê de pêkhatine.

Di encama wan hewldanan de, bi sedan koçberan sînor bezandine. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polandayê dibêje, nêzîka hezar kesên ku çûne welatê Pollandayê  xelkê Başûrê Kurdistanê ne û niha di kampên wî welatî dimînin.

Ziyad Reûf behsa wê yekê jî dike ku hikûmeta Pollandayê bi armanca rêgirtina dersbasbûna zêdetir a koçberan bo nav welatê xwe, çend tedbîrên tund jî wergirtine. 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Polandê Ziyad Reûf got "Ew koçberên li ser sînran tên desteserkirin rasterast bo aliyê din ê sînor tên deportkirin. Ên ku qaçaxçî nebin jî tên desteserkirin, bo kampên girtî tên birin û li wir li gor yasayan miamele ligel wan tê kirin. Li gel wê jî çend kes ku bi veguhastina mirovan tên tohmetbar kirin hatine girtin."

Her kesê pasaporta wî pê re be û  bixwaze  ji Belarasê û Polandê vegere, dikare  bê pirsgirêk vegere. Ên ku pasaporta wan nebin jî, Wezareta Derve ya Iraqê pasaportan ji bo wan amade dike.

Wezîrê Derve yê Iraqê di Hevpeyvîneke ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de got: “Li Bexda, Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê toreke qaçaxçiyan heye û xelkê dişînin Mînskê.

Wezîrî Derve yê Iraqê amaje bi wê yekê jî da ku, ew dê karwan bi karwan ew  kesên daxwaza wan a  vegerê heye vegerînin.

Wezîrî Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand "Em bi zorê xelkê naynin. Em nikarin zorê li xelkê bikin. Ew bi xwe çûne. Ev jî piştî wê ya ku bixwe rewşa wir ditîne. Pere dane û negeheştine armanca xwe. Tevî ku bigehin Almanya û welatên din jî, ew welat di van rojan de ne wek berê ne ku penaxwaziya wan qebûl bikin."

Armanca beşeke zêde ya koçberan ew e ku ji Pollandayê derbas bibin û biçin nav welatên Almanya û li wir daxawaza mafê runiştinê bikin. Lê ne Pollanda sînorên xwe bo wan vedike û ne jî Almanya amadehiya xwe bo wergirtina ti koçberêkê derbiriye, daku  krîza li ser sînor bi dawî bibe.

 

Rudaw

Top