• Thursday, 26 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel Berhem Salih civiya

Gulan Media November 18, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ligel Berhem Salih civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 17ê Mijdara 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir û herdu alî hevnêrîn bûn ji bo bicihkirina seqamgiriyê û pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar ku bersiva daxwazên welatiyan bide.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih de, qonaxa piştî hilbijartina parlamentoya Iraqê û encamên wê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de, mijara damezrandina hikûmeta nû û rewşa Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Şerê li dijî terorê, rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê û pêşhatên li navçeyê beşek ji mijarên civînê bûn ku giftugo li ser hatin kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên Iraqî kir ji bo derbaskirina astengiyên vê qonaxê.

 

Basnews

Top