Artêşa Sûriyê hêzeke zêdetir ber bi Efrînê ve şand
Artêşa Sûriyê hêzeke zêdetir ber bi nahiya Şêrawa û balefirxaneya Minex a li nahiya Şehbaya ser bi Efrînê ve li Rojavayê Kurdistan şand.
Çavkaniyên xwecihî li Efrînê ragihandine, ku Artêşa Sûriyê di çend demjimêrên borî de ketîbeyeke zirxîpoş û tankan şandiye xetên rûbirûbûnê yên ligel Artêşa Tirkiyê li eniya Eqîbe, Ziyare li nahiye Şêrawa ya Efrînê.
Li gor zanyariyan, alîkariya leşkerî ji 4 tank û otombîlên veguhastina leşkeran û kelûpelên lojîstîkî pêk dihat.
Herwiha ew alîkariya leşkerî ku derbasî balefirxaneya Minex bûye, ji 3 tank û otombîlên veguhastina leşkeran pêk dihat.
Rudaw
