• Thursday, 26 February 2026
logo

Bazirganekî madeyên hişber li Kerkûkê hate kuştin

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Bazirganekî madeyên hişber li Kerkûkê hate kuştin

500 gram kirîstal li cem wî bûye.
Li gel hêzên ewlekarî pevçûye.

Şeva derbasbûyî li bajarê Kerkûkê, hêzên nehêştina madeyên hişber li vê bajarê di operasiyonekê de xwestine bazirganekî navdar yê madeyên hişber li bajarê binçav bikin, lê bazirganê madeyên hişber jî xwe radest nekiriye û bi çek li gel hêzên han şer kiriye.

Di encama şer û pevçûnan de, ev baziranê han hatiye kuştin û zêdetir ji 500 gram madeya hişber ya ji cureya kirîstal li cem wî bûye.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de bazirganî kirin bi madeyên hişber li Kerkûkê zêde bûye.

Top