• Thursday, 26 February 2026
logo

Erdogan bo Kilicdaroglu: Dê çawa ji Dêrsimê û Kurdan helaliyê bixwaze?

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Erdogan bo Kilicdaroglu: Dê çawa ji Dêrsimê û Kurdan helaliyê bixwaze?

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan nerazîbûn derbarê axaftinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu de pêşan da, ku anî ziman “em dê ligel her kesî helaliyê ji hev bixwazin” û got: “Tenê dixwaze roja xwe derbas bike. Dê ji kîjanî helaliyê bixweze. Dê çawa ji Dêrsimê û Kurdan helaliyê bixwaze?”

Civîna Desteya Rêveber û Biryarder a Navendî ya AK Partiyê duh 16ê Mijdara 2021ê li Navenda Giştî ya wê partiyê hat kirin. Di civînê de tevî Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan, wekîlên grûba AK Partiyê jî beşdar bûn.

Gotinên serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku berî demekê li ser hesabê xwe yê twitterê vîdeoyek belav kiribû û gotibû; “Em dê ligel her kesî ji hev helaliyê bixwazin” yek ji wan mijaran bû ku di civînê de hatin axaftin. 

Li gor agahiyên hatine belavkirin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di civînê de rexne li wan axaftinên Serokê CHPê girtine û gotiye: “Tenê dixwaze roja xwe derbas bike. Dê ji kîjanî helaliyê bixwaze. Dê çawa ji Menderes helaliyê bixwaze? Dê çawa ji Dêrsimê û Kurdan helaliyê bixwaze? Gotin çi karê me li Sûriyê heye; dê çawa ji leşkerên me ên ku li wir mirine helaliyê bixwaze?”

Komkujiya Dêrsimê yek ji komkujiyên herî mezin e ku li beramber Kurdên Bakurê Kurdistanê di navbera salên 1937-1938an de  hatiye kirin. Wê demê CHP desthilat bû. Li gor amarên fermî yên dewletê 13 hezar û 160 kes, lê li gor çavkaniyên serbixwe zêdeyî sê qatê wê hejmarê mirov di wê komkujiyê de hatine kuştin. Li gor zanyariyan 110 leşker jî hatine kuştin û nêzîkî 12 hezar mirov neçarî koça bi zorê hatin kirin. Wê demê nifûsa Tirkiyê bi giştî 13 milyon bû. Tevî ku zêdeyî 84 salan di ser komkujiyê re derbas bûne heta niha jî CHP ji ber komkujiya Dêrsimê tê rexnekirin.

 

Rudaw

Top