• Thursday, 26 February 2026
logo

Bernameya Xorakê ya Cîhanî: 24 milyon Efxan rûbirûyî birçûbûna dijwar bûne

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Bernameya Xorakê ya Cîhanî: 24 milyon Efxan rûbirûyî birçûbûna dijwar bûne

Bernameya Xorakê a Cîhanî ragihand ku li Efxanistanê ji sedî 60ê xelkê wî welatî ji ber birçîbûnê dinalînin û hişyarî jî daye ku dê heta dawiya îsal ji sedî 97ê Efxaniyan bikevin jêr hêla hejariyê.

Li bajarokê Încîlê li wîlayeta Hîrat a Rojavayê Efxanistanê, beşek welatiyan ku çend meh berî niha, ji ber şerê di navbera Talibanê û hikûmeta berê ya Efxanistanê koçber bûne, niha birçî ne û pêwîstiyên wan ên sereke yên jiyanê nînin. 

Koçber Gul Huzar dibêje: “Me ti tiştek nîne em bixwin. Em di rewşeke gelekî xirab de dijîn. Zarokên me mal bi mal digerin daku hinek avê bibînin û bînin. Em bê cihûwar in.”

Bernameya Xorakê a Cîhanî dibêje hejmara wan kesên ku rewşa wan nêzîkî asta xelayê dibe, gihîştiye 8.7 kesan, wate li gor destpêka îsal 3 milyon kes zêde bûye.

Li gor wê rêxistina ser bi Netewetên Yekbûyî ve, bi giştî 24 milyon kes wate ji sedî 60ê xelkê Efxanistanê ji ber birçîbûnê dinalînin û hişyarî jî daye ku dê heta dawiya îsal ji sedî 97ê Efxaniyan bikevin jêr hêla hejariyê.

Herwiha tê pêşbînîkirin  heta wê demê, 3.2 milyon zarokên ku temenê wan di jêr 5 salan de, ji dest bedxorakiyê binalînin.

Koçber Can Mihemmed jî got: “Em paketên cixareyan û kartonan ji nav zibil kom dikin ji bo ku agir pê hil bikin. Hinek kes p bazirgan birinc didin me û em jî didin zarokên xwe. Gelek caran hinek nan û çay heye bo xwarin û vexwarinê. Me ne pere, ne jî pêwîstiyên  din ên jiyanê hene.”

Zêdetir ji 3.5 milyon kes ji ber sedemên şer û rûbrûbûnên salên derbasbûyî û bêhtirî nîv milyon kesên din jî ji ber şerê îsal koçber bûne û di rewşeke xirab de dijîn. Niha jî li benda zivistaneke dijwar in.

 

Rudaw

Top