Serokwezîrê herêmeke li Almanya: %100 em koçberên li Belarusê wernagirin
Serokwezîrê Herêma Saxony (Sachsen) li Almanyayê Michael Kretschmer derbarê koçberên ji Iraq û Herêma Kurdistanê yên ku dixwazin ji Belarusê derbasî Ewropayê bibin de dibêje ti siberojeke wan li wir nîne, lê derfet heye li welatên xwe siberojê ava bikin wek Herêma Kurdistanê.
Michael Kretschmer bang li Poland û Lîtvanya û welatên din dike ku sînorên xwe biparêzin û Serokê Belarusê jî koçberan vegerîne welatên xwe û piştrast kir ku kesên bi rêya Belarusê derbasî Almanyayê bûne dê serlêdanên penaberiyê sedî sed red bikin.
Bi gotina Michael Kretschmer welatê wî ne amade ye bi Belarursê re bigihêje peymanekê.
Serokwezîrê Herêma Saxony (Sachsen) li Almanyayê Michael Kretschmer, di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de ku Ala Şalî pê re kiriye, behsa mijara koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane dike.
Tevahiya hevpeyvînê li vir bixwînin:
Ala Şalî: Spas ji bo vê hevpeyvînê û spas ji bo dema we. Berî her tiştî ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim. Vê havînê hatina koçberan ji Belarus û ji wir ber bi Almanyayê germ bû. Amadekariyên hikûmeta herêma Saxony ji bo vê pêla koçberiyê çi bûn?
Serokwezîrê Herêma Saxony (Sachsen) Michael Kretschmer: Erê, bêguman. Wergirtina berdewam a merivên ku asê mane û sozên nerast bi wan hatine dan û wek encam xwe di rewşeke mirovî ya karesatî de dibînin. Ji ber vê yekê, divê ew werin wergirtin. Xasma di vê seqaya sar de. Ew li derve radizin û dimînin. Hevkariya tendirustî ji wan re tê peydakirin. Divê em bizanin ku tevahiya vê bûyerê karekî tawankar e û gelek ji van mirovan hemî pereyên xwe xerc kirine da ku bi vê rêyê herin, wek encam divê vegerin welatên xwe.
Ez dixwazim bizanim heta niha çend koçber ji Belarusê hatine Saxony. Rast e ku ji sêyan du Iraqî ne?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Piraniya wan ji Iraqê hatine. Yekîtiya Ewropa (YE) û Komara Almanyaya Federal çend gotûbêjên zêde di vî warî de pêk anîne. Piraniya wan geştan ne geştên geştyarî yên asayî ne, lê bi taybetî hatine rêkxistin û tên pêkanîn ku welatên din dike armanc. Ev rejîma dîktatorî dev ji vê lîstikê berande û dixwaze bi vê rêyê YE dabeş bike û welatên Afrîqî bikar tîne ji bo ku ber bi Ewropayê werin. Xwesteka hatina Ewropayê xwestekeke mezin e, lê beşeke pir kêm derbarê yasaya penaberiyê dizanin, ku ew şert zelal kirine. Piraniya kesên ku têne vir, ev şert wan li xwe nagirin. Lewra pêwîst e ev meriv dîsa vegerin welatên xwe.
Siyaseta koçberiyê li herêma Saxony ji bo koçberên ku nû hatine û bi taybet ji bo koçberên ji Iraq û Kurdistanê hatine çi ye? Şensê wan ê mayînê heye? Ji ber ku tê gotin mafê penaberiyê ji wan re tê dayîn.
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Na. Niha rêjeyeke pir nizm ji mafê penaberiyê bi Iraqiyan tê dan. Çimkî Iraq aram bûye, xasma Herêma Kurdistanê. Em pir bi kêfxweşî dibînin û pêwendiyeke me ya baş bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye û em dixwazin piştgiriya wê bikin û jiyana xelkê li wê navçeyê baştir bikin. Lê dawî li derfeta wergirtina mafê penaberiyê hatiye.
Hûn amade ne wan koçberan werbirin ku niha di rewşeke xirab de ne û li ser sînorên Belarûs û Polandê asê mane?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Ev kar xwe di wê yekê de dibîne ku ev karê terorîst ku ji hêla serokê wî welatî li hember YE tê kirin, were rawestandin. Belarûs welatek e ku civakeke wê ya sivîl a pir bihêz heye û piraniya şêniyên wê dixwazin jiyaneke rojavayî bijîn. Her kesekî berê Belarûs dîtibe, hîs dike li welatekî Ewropî ye. Vî dîktatorî piştgiriya piraniya civaka xwe ji dest daye. Ew firokeyan direvîne û xelkê ditirsîne. Ezmûna ku min ji serdanên xwe yên Belarûsê wergirtiye ev e ku şêniyên vî welatî bi hûrî li vê nakokiyê dinerin û dixwazin bizanin dê kî di vê gengeşeyê de bibe û hêvîdar in ku YE biserkeve û siberojeke wî welatî di çarçoveya Ewropayê de hebe. Lewra niha karekî Polonya, Letwanya û welatên din ê pir mezin heye ku divê sînorên xwe biparêzin û rê nedin ev derbasbûna neqanûnî pêk were, ku ji bo her takekesekî pir xerab e. Me wêneyên van mirovên hejar dîtine ku bi hêviyeke mezin ji firokeyan dadikevin û naxwazin di vê sermayê de bimînin û li sînoran asê bibin û kesek nebe alîkariya wan bike. Lê tiştek ji bo YE namîne ji bilî ku divê parêzvaniya sînoran bike.
Hûn cudahiyê dixin navbera koçberên ji Belarusî tên welatên Yekîtiya Ewropayê û yên ji rêyên din tên Ewropayê?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Na, ti cudahiyek nayê kirin û herwisa ti hêsankariyek jî nayê kirin. Lê berevajî, ev rave heye ku kesên bi rêya vîze û firokeyê hatine welatekî azad, dikarin bi azadî geştê bikin û bilivin. Lê nikarin dû re doza mafê penaberiyê bikin.
Bi dîtina we çareseriya pirsgirêka koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê çi ye? Niha di rewşeke pir xirab de ne û roj bi roj xerabtir dibe.
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Ev dê xerabtir bibe, ji ber vê jî xerabtir dibe çimkî ev dîktator an ev serokê Belarûsê ti rewatiya wî ya demokratîk tune ye û vê lîstikê pêk tîne. Pêwîst e ew dawî li vê lîstikê bîne û alîkariya van kesan bike ku hatine welatê wî da dîsa wan vegerîne welatên wan.
Gelo ev pêkan e?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Bêguman ev kêrhatî ye. Tişta niha diqewime, bê guman bazirganiyek e. Ev koçkirina neyasayî di dema pêla koçberan di sala 2015an de, karê bazirganiya bi madeyên hişber li hin deveran hatiye kirin û bi rêya van kesên stembar pereyekî zêde qezenc dikin.
Haya we ji polîtîkaya hikûmeta Polandê ya parastina sînorên xwe yên bi Belarusê re heye? Ji ber ku di navbera Poland û herêma we de sînor nîne, hûn dixwazin sînorên herêma Sakso Saxonyê nyayê çawa biparêzin?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Em li YE naxwazin xalên kontrolê di navbera sînorên me de hebin. Lê giring e ku sînorên derve yên YE werin kontrolkirin û parastin. Ev wêne pir xerab in û ev karesateke mirovî ye. Dîktatorê Belarûsê Lukashenko ji vê berpirsiyar e.
Li gor we ji bo vê pirsgirêkê çareseriyeke Ewropayê heye?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Çareseriyeke Ewropî ji bo vê heye. Ew jî ew e ku YE bi zêdeyî gotûbêjan bi van welatan re bike ku ew meriv bi rêya wan tên û geştê dikin, wek mînak yek ji wan bi Iraqê re, ku rê nede vê û çarenivîsa van merivan biparêze. Pêkan e dorpêç li ser geştên esmanî yên hin şirketan were danîn ku di van geştên neqanûnî de beşdar in. Ev wê yekê li xwe digire ku em alîkariya hevrêyên xwe yên polonî û letwanî bikin sînorên xwe di rûyê derve yê YE de biparêzin. Em amade ne alîkariya mirovî pêşkêş bikin heke dawî li vê were û bê guman em ê di geşta dubare ji Belarûsê bo welatên wan de alîkariya wan bikin. Lê ew niha li welatekî dîktatorî ne ku li ser pişta van mirovên hejar vê siyasetê dimeşîne.
Ev ramana piraniya biryardêrên Yekîtiya Ewropayê ye. Ji ber vê yekê niha koçber nikarin vegerin Mînskê an jî derbasî Polandê bibin. Li gorî we çareserî çi ye?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan heye. Bê guman ev erkê welatê Belarûs e ku rê daye ew kes werin, alîkariya mirovî bide van merivan û cih ji wan re peyda bike. Divê ew bizanin ku Iraqiyek wek geştyar nehatiye Belarûsê, lê bi wê sozê hatiye ku jê re dane. Hikûmeta Belarûsê vê rastiyê dizane, lewra her tiştek li vî welatî biqewime, hikûmeta Belarûsê berpirsiyar e.
Lê ev demek e gelek kes dibêjin ku pêwîst e Almanya û Ewropa peymaneke mîna ya Tirkiyê ya derbarê koçberên de bi Belarus re pêk bînin. Hûn çi dibêjin?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Cudahî di navbera Belarûs û Tirkiyê de heye. Li Tirkiyê, herêmeke cîhanî heye ku hevsînor e bi gelek herêman re ku di kirîzê de ne û kêşeyên wan hene li Afrîqa, Bakurê Afrîqa û Efxanistan û li gelek herêmên din ên cîhanê. Lewma gelek kes bi rêyên zêde û girêdayî hev têne Tirkiyê. Pirs ev e: Gelo Tirkiyê alîkariya me di parastina sînoran de dike, lê peydakirina cih ji wan merivan re tiştekî din e û rêdana bi wan kesan ku bi rêya firokeyê geştê bikin. Na, em ne amade ne bi Belarûsê re li hev bikin. Em ê sînorên xwe bi Belarûsê re biparêzin û xalên kontrolê danin û hewl bidin vî dîktatorî rawestînin û di demeke nêzîk de dev ji desthilatê berde.
Piraniya welatên Ewropayê daxwaze zêdekirina cezayên aborî yên li ser Belarusê dikin. Heman daxwazên we jî hene? Ew ceza dê çi bin?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Erê bêguman. Hemî kesên ku vî karî dikin nikarin geştê bo YE bikin. Herwiha şirketên ku bi belge di vî karê neqanûnî de beşdar in û pereyan ji van kesan werdigirin, dê dorpêça aborî li ser wan were danîn. Gelek derfet li pêşber me hene. Divê YE di vî şerî de biserkeve. Wek encam ev girêdayî mirovatî, dewleta yasa û rûmeta mirov e, ku li vir ji aliyê dîktatorê Belarûsê ve tên binpêkirin.
Encûmena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî dixwaze li ser vê pirsê kom bicive. Merkel li ser mijarê bi Pûtîn re axivî û ev yek dê bandorê li guhertina rewşê bike?
Serokwezîrê Sachsena Almanyayê: Ez pir spasiya şêwirmendê Almanyayê dikim ku îro derbarê vê mijarê de bi balyozê Rûsya re axivî. Em hemî di gotûbêjê de ne ku em vî dîktatorê Belarûsê rawestînin û eger dawî li vê stratejî û karê tawankarî were û em hemî dikarin beşdar û hevkar bin ku em van kesên niha li Belarûsê ne û di nav sermayê de ne vegerînin welatên wan.
Birêz Serokwezîr, hin ji wan koçberan welatîname nîne. Ev yek çawa dikare bê kirin? Ji bo rêyekê bibînin hûn dikarin bi Lukaşenko re vê mijarê gotûbêj bikin?
Ev berpirsyarî li ser milê hikûmeta Belarûsê ye. Divê ev zelal be ku ti kes ji Iraqê bi tesadufî nehatiye Belarûsê. Bi baweriya min, kêm kesan berê dizanibûn ku ev welat heye. Lewma sedem û encamên vê yekê pir zelal in û divê çareserî ji vê pirsgirêkê re were dîtin.
Birêz Serokwezîr, peyama we ji koçberan re çi ye, bi taybetî ji welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê re ku dixwazin werin Ewropayê?
Ti siberojeke wan li vir nîne. Eger bi rêyeke pir metirsîdar û tijî derd û kul werin Ewropayê û hewl bidin doza penaberiyê bikin, divê paşê ji sedî sed vegerin welatên xwe. Rêyên din hene ji bo ku kesek bixwaze were Ewropayê wek pîşewer yan kesekî ku ziman bizane û fêrî pîşeyekê bûbe. Derfet heye li welatên xwe siberojê ava bikin wek Herêma Kurdistanê. Niha derfet heye li Herêma Kurdistanê siberojeke baştir ji xwe re ava bikin. Rê nedin hûn bi vê rêya tawankarî û tijî metirsî jiyana xwe bixin metirsî û derdeseriyê ku dawiya wê pir ne xweş e.
Hûn amade ne ku ji Berlînê bixwazin ku hejmarek ji koçberan li ser sînor pêşwazî bike?
Na, ez amade me piştî ku hikûmeta Belarûsê dawî li van hewldanên xwe bîne, em wek hikûmeta federal amade dibin cihê manê ji bo van kesên ku li Belarûsê asê mane dabîn bikin û dû re alîkariya wan bikin da vegerin welatên xwe.
Poland di mijara koçberên li sînorê Belarusê de li gorî çarçoveya qanûnî ya Yekîtiya Ewropayê tevnagere, gelo ev yek ji bo we tê qebûlkirin?
Welatek li vir, divê YE sînorên xwe biparêze û divê wê yekê bi zelalî pênasîn bike ka kî dikare were nêv sînor û kî nikare. Li vir, mijar mijara tawana welatekî û terora dewletekê ye. Lewra divê bi derencam reftar pê re were kirin.
Ji ber vê yekê rast e ku Poland koçberan vedigerîne Belarusê?
Ez naxwazim ji bo her biryarekê, nerîna xwe bêjim û ez bi giştî her tiştî nizanim ku wiha bihesibînim ku ti pirsgirêkek tune ye. Çimkî hemî dizanin ku ev pir pêwîst e.
Li gorî amarên Wezîrê Navxwe ê herêma we dane, ji meha Tebaxê û vir ve zêdetirî 9 hezar koçber ji Belarusê çûne Polandê û ji wir jî hatin Alamanyayê û bi hezaran jî hatine herêma we… Çarenûsa van koçberan çi ye?
Divê cara yekem di kerentîneyê de bimînin û testa tendirustî ji wan re were kirin. Dû re li ser herêmên Almanyayê tên dabeşkirin. Almanya welatekî mezin e. Wexta ku paşê mijara mafê penaberiyê derdikeve holê, ku piraniya wan ango ji sedî sed ji van daxwazên penaberiyê têne redkirin û ji Almanyayê bo welatên xwe têne şandin.
Wate ew kesên ji Iraq û Herêma Kurdistanê tên mafê penaberiyê wernagirin?
Na. Mafê penaberiyê ji bo kesên ku bi vê rêyê hatine Almanyayê nîne.
Tê gotin ku hin welatên Ewropayê dixwazin hin ji van koçberan bigirin, ev rast e? Hebûna pirsgirêka koçberan ji ber ku Yekîtiya Ewropa ne xwedî polîtîkayeke hevpar e, sedema vê krîzê çi ye?
Na. Ji bo bersiva vê pirsê, herdem rêjeyeke taybet a koçberan her dê hebe. Divê em cudahiyê bikin di navbera tişta ku li Deryaya Navîn diqewime û tişta ku li Belarûsê diqewime. Di çarçoveya YE de, bi dîtina me biryara rast ev e. Lê tişta ku em li Belarûsê dibînin, enerjiyeke tawankarî ye û projeyeke aborî ya terora dewletê ye. Lewma divê em li ber ronahiya hin şertên din tevbigerin. Tişta ku li vir heye, ne ew e ku em bi parastina penaberan re hevxem bin, lê divê em hevxemê wan welatan bin ku sînorên YE diparêzin. Eger ev nebe, em dikarin bêjin ku her kes dikare were. Mirov dikare rasterast geştê bo Almanya bike yan bi rêya navçeyên din ên YE geştê bike, lê bi vî awayî na. Ew vê nakin, çimkî şiyana me ya wergirtina penaberan sînordar e. Em dikarin tenê kesên ku bi sedema derbiderî, metirsiya li ser jiyana xwe û mafê penaberiya siyasî û zayendî û…hwd hatine, werbigirin. Lê kesên bi rêyeke din terka welatên xwe didin û tên, ev şert kêm kesan ji wan li xwe digire.
Gelo Serokwezîrê Polanda ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye ku bi lezgînî kom bibe, li gorî we di wê civînê de dê biryara çi were dayîn?
Dorpêça aborî li dijî kes û aliyên ku di vî karî de beşdar in û gotûbêjeke pir û zêde ligel welatên ku ji wan hatine û herwiha alîkarî û piştgirî ji bo parastina sînoran.
Ev tê wateya ku biryara girtina koçberan nadin?
Na, koçber nayên wergirtin û ne pêkan e ev were kirin, çimkî heke ev were kirin, dê di hefteya bê de koçberên zêdetir werin. Ev tenê demekê bi dawî tê heke sînorên xwe ji bo demeke dirêj bigire û derbasbûna hundir ji sînorên wê nebe.
Ev tê wateya ku biryara girtina koçberan nadin?
Em vê nizanin. Lê giring e ku ev gotûbêj werin kirin.
Rudaw
