• Thursday, 26 February 2026
logo

Karwana yekem a koçberan ji Belarusê vedigere Iraqê

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Karwana yekem a koçberan ji Belarusê vedigere Iraqê

Biryar e sibe Pênşemê, karwana yekem a koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, vegere Iraq û Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Veguhastinê ya Iraqê Erkan Şîbanî ragihand, sibe Pêncşemê 18ê Mijdarê, karwana yekem a koçberan ji Belarus vedigere û hikûmtê Iraqê lêçûna vegerê hildigire ser xwe.

Pêştir Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand; hejmareke mezin ji welatiyên Iraqê yê li ser sînorên Belarus û Polandayê asê mane, daxwaz kirine bi riya hikûmeta Iraqê re vegerin.

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve yên Parlamentoya Kurdistanê Rêbiwar Babkeyî ji K24ê re ragihand, roja Pêncşema bê, karwana yekem a koçberan ji Belarusê vegere Iraq û Herêma Kurdistanê.

Herwiha Berdevka Pasevanên Sînorê yên Polandayê gefa bikaranîna çekê li dijî koçberan xwar, eger sînor derbas bikin.

Bi hezaran koçber ku beşeke mezin Kurd û Erebên Iraqê ne, li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê kom bûne û hewl didin bi qaçaxî derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, lê ji ber ku rê bo nayê danîn, ew di rewşeke xirab de ne.

 

K24

Top