Kerkûk – Erebên hawirde li nav gundekî kurdan de çadir vedan!
Çend malên erebên hawirde çûne nav gundekî kurdan li devera Dûbiz ya Kerkûkê û çadir vedane. Berpirsekî kurd jî dibêje, niyeta wan ew e gundê kurdan dagîr bikin.
Berpirsê PDKê li bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Cewad Mihemed ji BasNewsê re got, îro komek malbatên erebên hawirde çûne nav gundê Şinaxe, ku gundekî kurdan e û girêdayî Dûbizê ye, çavdir vedane.
Cewad Mihemed her wiha got, xelkê gund li hember wan malbatên erebê nerazîbûn nîşan dan û hewla derxistina wan didin.
Gundê Şinaxe 5 xulekan ji navenda bajarokê Dûbiz dûr e.
Basnews
