Serokê Belarus: Em kar dikin ji bo vegerandina bi hezaran koçberên Rojhilata Navîn
Îro Serok Dewletê Belarus Aleksander Lukaşenko ragehand, kar ji bo vegerandina bi hezaran koçberên Rojhilata Navîn dikin, eger na pirsgirêka naha heyî dê bibe astengî û ziyanê bigehîne Belarusê.
Aleksander Lukaşenko di daxuyaniyeke ji ajansa nûçeyan a fermî ya Belarus re diyar kir û amaje bi wê yekê kir ku kar li ser vegerandina wan koçberan dikin ku qenaetê bi wan bînin û wan vegerînîn welatên wan, lê heta naha nekarîne ti kesekî vegerînin.
Herwaha got, eger pêwîst bike welatê wan dikare bi balefirên şîrketa xetên esmanî ya Belavia ya ser bi dewletê ve, eger Polonya rê ya mirovî nede, dikarin koçberan vegerînin bo Almanya.
Serokê Belarus teqez kir ku naxwaze pirsgirêka koçberan bibe astengî, eger na ziyanekî mezin dê bigehe Belarus.
Çend mehe bi sedan koçber ji Belarus ve hewla çûna nav axa Polonya û ji wê derê ve jî derbasî welatên din ên Yekitiya Ewrupa didin, lê li ser sînorê Belarus asê mane û rêya derbasbûna wan nayê dayîn.
Basnews
