• Thursday, 26 February 2026
logo

Bayram Bozyel serbest hat berdan

Gulan Media November 16, 2021 Nûçe
Bayram Bozyel serbest hat berdan

Hate diyarkirin ku Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ê di 8’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin, piştî ku biryara dadger li ser îtîraza dozger hate guhertin, hate berdan.

Parêzerê Bozyel, Hasan Dagtekin ji K24ê re ragihand, li ser îtîraza dozger, dadger biryara xwe ya girtinê guhert û Bozyel hat berdan.

Dagtekîn diyar kir ku Bozyel hatiye berdan û ewê sibê demjimêr 11.00’an daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Dagtekîn derbarê biryara girtina Bozyel de jî diyar kir, sedema girtina wî daxuyaniyên li çapemeniyê û gotarên wî yên di kovaran de tên weşandin in.

 

K24

Top