• Thursday, 26 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bo koçkirina Pîr Xidirê Silêman

Gulan Media November 16, 2021 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bo koçkirina Pîr Xidirê Silêman

 Ji ber koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û bingeha Laleşê û civaka Êzidî kir.

Peyama Serok Barzanî:

“Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya rewşenbîr, nivîskar û mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û kesayetiya civaka Êzidî Pîr Xidirê Silêman bihîst.

Bi vê helkeftê, serxweşî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên Pîr Xidirê Silêman û tevahiya nivîskar, navendên kulturî, bingeha Laleşê û civaka Êzidî dikin.

Ji Xwedêyê mezin daxwazin, sebir hedarê bide kesûkarên rihmetî û giyanê wî şad be û cihê wî bihuşta perîn be.”

 

 

K24

Top