• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Rola Pîr Xidirê Silêman ya berçav di hizr, çand û wêjeya Kurdî de hebû

Gulan Media November 16, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Rola Pîr Xidirê Silêman ya berçav di hizr, çand û wêjeya Kurdî de hebû

Ji ber koça dawî ya nivîskar û lêkolînerê diyar yê çand û wêjeya Kurdî Pîr Xidirê Silêman, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û civaka Êzidî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawî ya nivîskar û lêkolînerê bi navûdeng Pîr Xidirê Silêman bihîst.”

Herwiha di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Pîr Xidir roleke wî ya berçav di hizr, çand û wêjeya Kurdî de hebû, bi taybet di warê Êzdiyatiyê de.”

Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbat, civaka Êzidî û dost û hevalên xwedêjêrazî kir û xwe bi hevxemê wan zanî. Herwiha ji Xwedêyê mezin xwast, giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir hedarê bide her aliyekî.

 

K24

Top