• Thursday, 26 February 2026
logo

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nêzîkî du milyar dînar bo tenduristiya Zaxo hat terxankirin

Gulan Media November 16, 2021 Nûçe
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nêzîkî du milyar dînar bo tenduristiya Zaxo hat terxankirin

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nêzîkî du milyar dînar bo tenduristiya devera Zaxo hat terxankirin.

Berpirsê îdareya serbixwe ya Zaxo, Guhdar Şêxo ji BasNewsê re got, serokê hikûmeta Kurdistanê kujmek mezin ya dirav bo sektora tenduristiya Zaxo terxan kir.

Guhdar Şêxo her wiha got, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê û piştî serdana wezîrê tenduristiyê bo îdareya Zaxo, milyarek û 668 milyon dînar bo tenduristiya Zaxo hat terxankirin.

Berpirsê îdareya serbixwe ya Zaxo da zanîn jî, êdî mehane 100 milyon dînar bo tenduristiya Zaxo tê dayîn, nexweşxaneya giştî ya Zaxo tê nûjenkirin, pêdiviyên tenduristiyê bo nexweşxaneya hawarhatinê ya Zaxo, nexweşxaneya dayîkbûn ya Zaxo tê dabînkirin.

Bi gotina berpirsê îdareya Zaxo, gelek ambulans û pêdiviyên din yên tenduristiyê dê bo Zaxo bên dabînkirin.

 

Basnews

Top