Çavuşoglu: Em li gel Îranê nexşerêya pêşxistina peywendiyan datînin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Îranê ye û bi hevtayê xwe yê Îranî Husên Emîr Ebdullahiyan re civiya.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Îranê çûbû Tehran û di kongreyeke rojnamevanî yê hevbeş de Çavuşoglu ragihand ku wan behsa mijara terorê, koçberan, bazirganiya bi mirovan û rewşa ewlekariyê kiriye û got, wan nexşerêyek jî amade kiriye ku hemahengiya xwe ya li gel Îranê zêdetir bikin. Çavuşoglu her wiha got, ew weke Tirkiye li dijî wan cezayan in ku bi awayekî yekalî li ser Îranê têne sepandin.
Çavuşoglu dibêje “Me îro li gel birayê xwe Hisên û herdu şandan gotûbêj li ser amadekariyên 7emîn konferansa hevahengiyê ya bilind kir. Li ser daxwaza Îranê, me nexşerêyeke hevahengiyekî berfireh amade kiriye ku eger şandên me bikarin bigihînin vê lûtkeyê, em dixwazin hema wê nexşerêyê jî îmze bikin. Gelek rêkeftin jî hene ku me gotûbêj kirin. Bi îmzekirina hinek ji wan rêkeftinan re em dixwazin jêrxana yasayî ya peywendiyên xwe xurtir bikin. Me gotûbêj li ser mijara terorê, koçberiyê, qaçaxçîtiya mirovan û ewlekariyê kir. Em dixwazin hevahengiya xwe ya di van waran de zêdetir bikin. Di peywendiyên me yên aborî de, mixabin ji ber Coronayê rêjeya me ya bazirganiyê gelek daketibû. Lê di 9 mehên destpêka îsal de li gorî sala derbasbûyî rêjeya me ya bazirganiyê %70 bilind bûye. Em ji vê rêjeyê keyfxweş in, lê hîn jî em ji armanca xwe dûr in. Ji bo ku em bigihin wê rêjeya armanckirî, divê em zêdetir karbikin. Bi taybetî jî ji bo bazirganiyekî hilbijartî, ev 6 sal e em danûstandinan li gel Îranê dikin. Em dixwazin êdî vê yekê jî temam bikin da ku rêjeya me ya bazirganiyê bilindtir bibe. Di hemû platforman de em dibêjin ku cezayên yekalî yên li ser Îranê şaş in û li vir careke din ez vê yekê dubare dikim.”
Di heman kongreya rojnamevaniyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku danûstandinên wan ên li gel Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li navçeyê jî girîng in, lewma hem ji bo aramiya li Iraqê û hem jî çareseriyeke aştiyane ya li Sûriyê, ewê hevahengiya xwe zêdetir bikin.
Mevlut Çavuşoglu got “Li navçeya me pêşhatên girîng hene. Lewra di derbarê pêşhatên li navçeyê de divê ji her demê zêdetir me danûstandinan bikin. Mijara Efxanistanê yek ji van e. Li Sûriyê divê em ji bo çareseriyekî siyasî karbikin. Iraq, cîranê me herduyan ne. Li Kendavê gelek pêşhat hene. Pirsgirêka li Yemenê berdewam e. Li Qefqasa Başûr me formûleke 3+3 hebû. Di vê mijarê de jî em dixwazin li gel Îranê jî danûstandinan bikin. Em ji wê yekê keyfxweş bûn ku li hilbijartinên li Iraqê di nava aştiyê de hatin encamdan. Lê di heman demê de em êrîşa hefteya derbasbûyî ya bo ser mala Mistefa Kazimî jî şermezar dikin. Ji bo aramiya li Iraqê, em weke du welat dikarin gelek karên hevbeş bikin. Di derbarê Sûriyê de jî, di çarçoveya formata Astanayê de emê karê xwe bidomînin. Demê pêş, hem weke serokên welatan, hem jî weke wezîrên Derve em difikirin ku hinek civînan encam bidin. Ji bo aramî û seqamgîriya Efxanistanê jî em heman tiştan difikirin. Di derbarê mijarên li vê navçeyê de, di rastî de gelek caran nêrînên me û Îranê weke hev in.”
Rudaw
