Kabul- Talîbanê bi çekên Amerîkayê meşeke serbazî li dar xist
Talîban ji bo nîşandana hêzê li Kabulê roja yekşemê bi çekên Amerîkî merasîmeke leşkerî li dar xist.
Di meş û merasîma leşkerî de Talîbanê panzerên Amerîkî û wesayitên zirxî û helîkopterên Rûsyayê nîşan dan ku dixwaze ji çekdarên serhildayî bo leşkereke nîzamî rêxistî dayîmî xwe biguherînin.
Talîbanê di nêzî 20 salên borî de wekî şervanên serhildêr kar kir, lê embarên çekî yên mezin û alavên leşkerî bidest xistin piştî ku hikûmeta Kabul ya rojava alîkariya wê dikir, di nîva Tebaxa borî de û di demek kurt de jinav çû.
Meşa leşkerî li bîranîna derçûna xuleke rahênanên leşkerî ya 250 serbazên nûbû, ku rahênanên xwe bidawî kirin ev meş pêk hat, leşkerên Talîban li ser çekên weke panzer û tirmbêlên Amerîkî û daketina helîkopteran û meşa leşkeran bi tivengên Amerîkî ji cûrê M4 li ser cadeya giştî ya bakjarê Kabul merasîm pêk dianî.
Ew çekên niha di dest Talîbanê da, pirranî çekên Amerîkî ne yên ku dabûn leşkerê hikûmeta Efxanistanê da ku xwe pê biparêzin û leşkerê wî welatî li dij Talîbanê û grûpên din yên radîlak bihêz bêxin.
Lê derhal ew leşker hinda bûn, piştî revîna serokê wî welatî Aşraf Xanî (Ashraf Ghani) ji Efxanistanê û hiştî Talîban dest bi ser hemî bingehên leşkerî yên serekî de bigire.
Berpirsekî Talîbanê got, firokevan û pisporên çekan û mîkanîkî yên hikûmeta berê dê tevlî leşkerê Niştîmanî yê Efxanistanê bikin. Herwiha wî got ku cilên leşkerî dê bibin cilên fermî û yekgirtî li şûna cilên Talîbanê ku her tim cilên kevneşopî li xwe dikin.
Li gorî raporteke Mufetişê Giştî yê Avedankirina Efxansitanê li dawiya sala borî (Sigar) gotiye, hikûmeta Amerîkî ji sala 2002ê heta 2017ê bi bihayê zêdetirî 28 mîlyar dolaran çek û hemî rengên pêdiviyên ewlehiyê û xwe parastinê di nav de firoke bo hikûmeta Efxanistanê veguhastine.
Hejmarek firoke ji Efxansitanê hatin derxistin, piştî ku Talîban kontrola gelek herêma kir û hin leşker û berpirs bi wan firokan reviyan û xwe gihandin hin welatên Asya Navîn, lê hin firokên din di dest Talîbanê de hene, lê hejmara wan nayê zanîn.
Dema ku Amerîka, Efxanistan bicih hişt, nêzî 70 firoke û hejmarek tirimbêlên leşkerî, panzer, tank û mûşekaên berevaniya esmanî pûç kirin û ji kar xistin berî ku xwe bigehînin firokxana Kabul ya bi navê Hamid Karzai dest bi operasyona valakirinê bikin ya ku kaos bi xwe re anî.
Basnews
