• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokê Belarusê hişyarî da

Gulan Media November 15, 2021 Nûçe
Serokê Belarusê hişyarî da

Serokê Belarûs ê Alexander Lukashenko derbarê krîza koçberên ku li ser sînorê li gel Polandê kom bûne de, hişyarî da û got, ew naxwazin pevçûn li ser sînor rû bide. Welatên Ewropayê jî tedbîrên nû li hember pêla koçberan ragihandin.

Krîza koçberan a li ser sînorê Belarus û Polandê berdewam e û aliyê Belarus û welatên Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê hev tometbar dikin û navbera aliyan aloztir dibe.

Serokê Belarusê Alexander Lukashenko îro duşemê ji ajansa Beltayê re ku ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Belarusê ye, ragihand ku welatê wî kar li ser vegerandina koçberan dike, ku piranîya wan ji Rojhilata Navîn in û li ser sînorê li gel Polandê asê mane.

Alexander Lukashenko ji ajansa navborî re li ser vegerandina koçberan got, ji bo qanihkirina wan koçberan “xebateke aktîv tê meşandin” û dibêje, “Lê kes naxwaze vegere.”

Li aliyê din welatên Yekîtiya Ewropayê jî ji bo rêgirtina li zêdebûna koçberan li ser sînor tedbîrên nû werdigirin û Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ragihand, “Em dê geştên wan kompanyayên ku koçberan vediguhêzin Belarusê, ji bo Ewropayê qedexe bikin.”

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas got jî, “Ji bo ku pirsgirêka koçberan bi dawî bibe pêwîst e Rûsya zextê li Belarusê bike.”

Li ser sepandina cezayan bi ser Belarusê de jî Wezîrê Derve yê Almanya diyar dike, “Ferzkirina cezayê bi ser Belarûsê de diyar bûye.”

Herwiha kompanya Hêla Esmanî ya Belarusê jî biryarek da û diyar kir ku ew rê nadin welatiyên Efxanistan, Iraq, Sûriye û Yemenê ji Dubaiyê bo Minskê geştê bikin û herwiha geştên welatiyên Iraqê ji Dubaiyê bo Minskê rawestandin.

Hejmareke zêde ya koçberên li ser sînorê Belarusê xelkê Başûrê Kurdistan û Iraqê ne û Wezareta Derve ya Iraqê jî ragihand ku ew geştekê bo vegerandina koçberan ji Belarusê rêk dixin.

Wezareta Derve ya Iraqê diyar kirm, “Em ê roja Pêncşemê 18/11 geşteke esmanî bo vegerandina koçberan ji Belarusê rêk bixin.”

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê dibêje, “Ew koçberên niha li Belarusê ne li ser xwesteka xwe dixwazin vegerin.”

 

Rudaw

Top