• Thursday, 26 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Misirê civiya

Gulan Media November 15, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Misirê civiya

nîqaş li ser metirsiyên terorê jî hate kirin.
Tekez li ser bihêztir kirina dostatiya navbera Kurdistan û Misirê de hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Misirê yê Îraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir.

Di civînê de ku Konsulusê Misirê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê têkiliyên dostane yên di navbera Kurdistanê û Misirê de hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina dostatiya navbera Kurdistan û Misirê û têkiliyên çandî, abûrî û bazirganî kirin.

Di berdewamiya civînê de şanda mêwan stayîşa çanda bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê de kir û rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata azadîxwaz ya gelê Kurd de bilind nirxand.

Nirxandina metirsiyên terorê û çend babetên din jimarên din  yên civînê bûn.

Top