CHPê li ser ‘pirtûka aboriyê’ bersiva Erdogan da
Rewşa aborî ya Tirkiyê di van rojên dawî de yek ji majarên siyasetmedarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye. Ligel daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî, roj bi roj rewşa aborî ya wî welatî xirabtir dibe. Lê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê piştî civîna ligel Konfederasyona Sendîkayên Memuran (Memur-Senê) di civîneke çapemeniyê de berevajiya vê yekê got, “Me kitêba aboriyê nivisiye.”
Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyê, dibêje, “Me gelek veberhênanên xwe bi vî awayî pêkanîn û em hê jî pêktînin. Niha li vê derê 5 hezar kes dixebitin. Dibêje millet birçî ye. Ev 5 hezar kes li vir dixebitin û hemû jî ji vir mûçeyê xwe werdigirin. Ev mesele li çawaniya karkirina mejiyê we li ser aboriyê dinêrê. Belê me di vî warî de pirtûka aboriyê nivîsiye û em li ser nivîsîna wê berdewam in.”
Ev gotinên Serokkomarê Tirkiyê yên derbarê aborî de di demekê de ne ku ligor amarên dawî yên Saziya Amaran a Tirkiyê li wî welatî rêjeya enflasyonê di meha Cotmehê de bi rêjeya ji sedî 2.39 û di nav salekê de jî ji sedî 19.89 zêde bûye.
Partiyên opozîyonê yên Tirkiyê berdewam rexneyan li vê rewşa xirab a aborî digirin û ji polîtîkayên hikûmetê ne razî ne. Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) ku mezintirîn partiya opozîsyonê ye, Faik Oztrak li ser hesabê xwe yê medya civakî rexne li gotinên Erdogan digire û dibêje, “Kesê pirtûkan nexwîne, nikare pirtûka aboriyê binivîse.”
Faik Oztrak, Berdevkê CHPê, diyar dike, “Kesê pirtûkan nexwîne, nikare pirtûka aboriyê binivîse. Eger hewl bide binivîse dê li tabloyê 1$ = 10 L.T binivîse. Ji bo ew kesê ku vê yekê bike jî “aborînasê sexte” tê gotin.”
Ev nîqaşên li ser aboriya Tirkiyê li aliyekî, bihabûna kelûpelên xorakê û pêwîstiyên jiyanê li wî welatî berdewam e û xelk ji nirxan nerazî ne. Hevdem li gor Saziya Amaran a Tirkiyê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon 794 hezar kes bêkar in.
Rudaw
