• Thursday, 26 February 2026
logo

Polanda dîwarek li ser sînorê Belarusê ava dike

Gulan Media November 14, 2021 Nûçe
Polanda dîwarek li ser sînorê Belarusê ava dike

Hikûmeta Polandayê biryar da, dîwarek bi bilindahiya 5 metre li sînorê xwe yê ligel welatê Belarusê ava bike û hat ragihandin ku dîwar dê heta naverasta sala bê were temamkirin.

Wezîrê Navxwe yê Polandayê Mariusz Kaminski ragihand; desthilatdarên welatê wî hewl didin heta dawiya nîvê yekem a sala bê, projeya dîwar temam bikin û eşkere kir ku dirêjahiya wîd dîwarî 180 kîlometre û bilindahiya wî jî 5 metre be.

Mariusz Kaminski diyar kir: “Ew berbest tenê têlbendkirin nîne, dê bibe dîwarekî endazeyî û çendîn amûrên elektronîk ên serdemê bi teknolojiya pêşketî tê de werin bicîkirin, weke; kamerayên dîtina şevê, kamerayên çavdêriyê û amûrên tomarkirina liv û tevgeran.”

Ev piştî wê yekê hat ku çend hefte ye bi hezaran koçber li ser sînorê navbera Polanda û Belarusê ne, bi mebesta derbasbûna nav axa welatên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî jî bo Almanyayê, ji ber vê yekê li ser sînor pevçûn û alozî çêbûye û koçber jî di rewşeke dijwar a mirovî de ne.

Mijara koçberên li ser sînor ku ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin û piraniya wan jî Kurd in, bûye manşetên medyaya cîhanê û karvedanên mezin ên li ser asta navxwe û navdewletî li pey xwe aniye.

Li gor zanyariyan, ew koçber ji aliyê welatê Belarusê ve ji bo mebesteke siyasî li hember Yekîtiya Ewropayê têne bikaranîn û li ser sînorên Belarus, Polanda û Lîtwanyayê di rewşeke hestyar de ne, ku gelek jin û zarok ligel wan in û bêyî stargeh di rewşeke dijwar a keş û hewayê de ne, bi taybetî di vê demsalê de ku pileyên germahiyê dadikeve bin sifirê, tevî barîna baranê ya berdewam.

 

Rudaw

 

 

Top