Hikûmeta Iraqê: Emê li ser dayîna mûçeyê karmendên Kurdistanê berdewam bin
Berdevkê hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ji medyaya Iraqî re gotiye, hikûmeta Iraqê dê li ser dayîna mûçeyê karmendên hikûmeta Kurdistanê berdewam be.
Seid Hedîsî daye zanîn, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê li ser mûçeyê karmendên Kurdistanê rêkeftinek îmze kirine û Bexda jî girêdayî wê rêkeftinê ye.
Berdevkê hikûmeta Iraqê ragihandiye, ew nizanin hikûmeta nû ya Iraqê dê li ser dayîna mûçe berdewam be yan na.
Basnews
