• Thursday, 26 February 2026
logo

Kerkûk- PKK ciwanan ji bo nava refên xwe radikêşe û wan dibe Qendîlê û malbatên wan jî derbarê wan de hîç tiştekî nizanin

Gulan Media November 14, 2021 Nûçe
Kerkûk- PKK ciwanan ji bo nava refên xwe radikêşe û wan dibe Qendîlê û malbatên wan jî derbarê wan de hîç tiştekî nizanin

Di heyama 4 salên dawiyê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jimareyeke zêde ya ciwanan li sînorê parêzgeha Kerkûkê dibe Qendîlê û wan çekan di de destê wan.

Herwiha malbatên wan ciwananjî hîç malûmeteka wan derbarê zarokên xwe de nazanin û dibêjin PKKê cerga wan ji wan stendiye.

Hemwelatiyekî daniştiyê navçeya Daqûqû yê bi navê Selîm Îbrahîm Zeynel ji BasNewsê re axivî û da zanîn kurê wî yên bi navê Hêmin ku navî wî yê duyem Ramîn e ji aliyê PKKê ve ji bo Qendîlê hatiye birîn û li Qendîlê bûye gerîla û hîç deng û xeberek û zanyariyek derbarê wî de nizanin.

Herwiha Selîm Îbrahîm Zeynel dibêje: ‘’ Min hewl daye tenê nameyek j imin re bê. Lêbelê hîç dengek tuneye û ez bi xwe jî niha bi nexweş ketime û di nava nivînan de me. PKKê jiyana me û ew kesên weke me kurên wan biriye bo Qendîlê tal kiriye û cerga me biriye.’’
Ligor zanyariyan jimareyeke zêde ya gerîlayên PKKKê li nava bajarên Kerkûkê hene û ji wan re dibêjin gerîllayên bajêr û ew kes kar ji bo wê yekê dikin ku ciwanên nava bajêr bişînin nava refên PKKê ji bo çiyayê Qendîlê û îsal jî gelek ciwanên kurd li Kerkûkê û navçeyên wê ji bo Qendîlê hatine şandin.

 

 

Basnews

Top