Erdogan: Divê namzediya Demîrtaş were betalkirin!
Erdogan, ku amzedê AKPê di hilbijartinên 24 Hezîranê de ye jî, li ser namzediya namzedê HDPê yê serokomariyê Selahedîn Demîrtaş gotiye, pesendkirina namzediya wî xeletî ye. Ma dibe kesekî girtî bibe namzed!
Selahedîn Demîrtaş ji payîza 2016 ve û bi tohmeta endamtiya PKKê hatiye girtin. Ji ber ku heta niha Demîrtaş bi fermî nehatiye mehkûmkirin, ji aliyê HDPê ve wek namzedê serokomariyê hat nîşandan û ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê ve jî hat pesendkirin.
Demîrtaş bi rêka endamên malbata xwe, parêzerên xwe û sosyal medyayê xebatên xwe yên hilbijartinan dike.
Basnews
