Jîngeha Dêrsimê ji ber bendavan bedewiya xwe ji dest dide
Dêrsim parêzgeheke berçav a Bakurê Kurdistanê ye. Navçeyeke çiyayî û dilrevîn e. Bi xweza û ava xwe ya zelal û bedew tê naskirin. Li Parêzgeha Dêrsimê, çem, sûlav û havîngeha Munzurê yek ji cihên geştyarî yên herî balkêş e. Hikûmeta Tirkiyê biryar daye ku 27 bendav û wêstgehên din ên elektrîk û berhemanîna enerjiyê li Parêzgeha Dêrsimê çêbike.
Di çend salên borî de, bi sedema avakirina bendavan li newala Munzur û Pilemûriyê, herwisa derxistina qûm û keviran ji çêm, bedewiya xweza û jîngeha Dêrsimê dike ji nav biçe. Herwisa bi sedema şewitîna daristanan û derxistina madenan, di nava 20 salên borî de, hergav tûşî ziyanê hatiye.
Berdevkê Parastina Mîrata Kultûrî û Siruştî ya Dêrsimê Bariş Yildirim dibêje “Li parêzgeha me, toreke pir bihêz a sîstema jîngehî heye. Em dizanin ku li devera me, di heman demê de 5 sîstemên jîngehî hene. Wek encam, ev sîstema jîngehî bi gelek giya û warên jiyanê zengîn e.”
Sekreterê Encûmena Hevahengiya Parêzgeha Dêrsimê Ugur Beycan got “Ji ber ku çavdêriya cîbicîkirina tedbîran wek pêwîst nayê kirin, herdem rê li pêşber têkdan û bidestxistina qezenca nerewa xweş dike. Ji bo pêşîgirtina li qezenca nerewa û guvaşên ku li ser xwezaya deverê tên meşandin, em wek Odeyên Endezyarên Avahîsazî xwedî helwest in.”
Li gor amara Fermangeha Parastina Mîrata Kultûrî û Siruştî ya Dêrsimê, li wê parêzgehê, tenê mohleta 145 kanan ji bo derxistina qûm, kevir û metalan heye.
Berdevkê Parastina Mîrata Kultûrî û Siruştî ya Dêrsimê Bariş Yildirim diyar kir “Li piraniya bajarokên Dêrsimê projeyên derxistina madenan hene, xasma di hewza Munzurê de, projeyê pir cidî cihê behskirinê ye, li ser rûbera 43.350.87 hektar zevî. Ev hejmara mezin qet ji bîra min naçe. Ev mezinahiyeke trajedî ye. Mezinahiya wê ji rûbera Parka Niştimanî zêdetir e.”
Van kanên xwelî û qûmê ziyan gihandine çavkaniyên ava vexwarina deverê jî. Piraniya kanan li çêrgeh û navçeyên berhemdar hatine çêkirin. Lewma ziyan gihiştiye kerta çandinî û ajeldariyê û gelek çêrgeh û navçeyên niştecîbûnê jî nixumandiye.
Berdevkê Parastina Mîrata Kultûrî û Siruştî ya Dêrsimê Bariş Yildirim ragihand “Kanên derxistina qûm û keviran li wê navçeyê bi awayekî ne ku ketine ser çeman. Yasaya peravan rê nade vê yekê. Yasaya peravan dibêje, nabe qûm, xwelî, zuxur û kevirên hûr ji wan cihan werin derxistin. Madeya 9an a yasaya jîngehê jî heman tiştî dibêje. Li gor wê madeyê, nabe pêkhateyên xwezayî yên rêya çeman werin destkarîkirin û têkbirin. Ma pêkhateya wan a xwezayî hatiye têkbirin? Erê hatiye têkbirin. Bi sedema wan kanan metirsiyeke cidî li ser sîstema jîngehî ya newala Pilemûriyê çêbûye.”
Gundnişîneke Dêrsimê Şîrîna Demîr dibêje “Ji du aliyan ve kana derxistina qûm û keviran heye. Gelo, di navenda ti bajarekî de hatiye dîtin ku di nava taxekê de kana derxistina qûmê hebe? Me ev yek li parêzgehên din nedîtiye. Bila li cihên dûredest kanên derxistina qûmê çêbikin û qûmê bifiroşin. Çima ev kar di nav taxên me de kirine?”
Serokê Odeya Avahîsazên Dêrsimê Îbrahîm Demîr got “Wek çawa sala 1938an, civak rûbirûyî komkujiyeke mezin bû, wek çawa şêniyên Dêrsimê hatin qirkirin; niha jî erdnîgariya me rûbirûyî heman tiştî dibe. Pêwîst e em bi zelalî û eşkerayî vê fam bikin. Divê em vê rastiyê kifş bikin.”
Li ser çemên Munzur û Pilemûriyê, çend bendav û wêstgehên elektrîkê hatine çêkirin, ku bedewiya wan navçeyan têk birine. Bi sedema çêkirina bendava Keban, parêzgehên Dêrsim û Xarpêtê bi temamî ji hev hatine veqetandin. Herwisa, bendavek li newala Perî, hêleke sînorî di navbera bajarokê Qislanê yê Dêrsimê û bajarokê Depeyê Xarpêtê û Parêzgeha Çewlîgê de hatiye çêkirin, ku pêwendiyên wan gihiştine asta nemanê.
Berdevkê Parastina Mîrata Kultûrî û Siruştî ya Dêrsimê Bariş Yildirim da zanîn “Plan heye ku li ser çemê Munzur, newala Mercan û çemê Pilemûriyê 8 wêstgehên berhemanîna elektrîkê werin çêkirin ku 6 ji wan bi şêweya bendavê ne. Yek ji wan projeyan bendav û wêstgeha berhemanîna elektrîkê ya Mercan e ku hêj bi qaçaxî tê çêkirin. Li Dêrsimê, sala 1994an dest bi projeya çêkirina bendav û wêstgeha berhemanîna elektrîkê ya Uzunçayir hate kirin, di navbera bajarokên Mazgêrd û bajarokê navendî yê bajarê Dêrsimê de. Mixabin, bendava Uzunçayirê jî bi qaçaxî hatiye çêkirin. Li gor yasayan, divê bendav di çarçoveya planeke stratejî ya pejirandî de werin çêkirin. Lê heta niha, planeke stratejî ya pejirandî ya vê bendavê nîne da ku were çêkirin. Ji bo ragirtina karên wê bendavê, me li îdareya xwecihî daxwaz pêşkêş kir û me amaje da wan sedeman ku divê ji ber wan proje were girtin. Piştî ku daxwaza me nehat qebûlkirin, me dosye veguhast dadgeha destûrê.”
Li Parêzgeha Dêrsimê, ji sala 1996an heta 2003an, bendava Uzunçayir hate çêkirin û di sala 2009an de dest bi kar kir. Bi gotina şêniyên Dêrsimê, ev bendav destpêka têkdana jîngeha Dêrsimê bû.
Hikûmeta Tirkiyê biryar daye ku 27 bendav û wêstgehên din ên elektrîk û berhemanîna enerjiyê li Parêzgeha Dêrsimê çêbike. Heta niha bendava Uzunçayir û wêstgeha Mercan û wêstgeha elektrîkê ya Dînar li nêzîkî navenda Dêrsimê û çend projeyên din hatine cîbicîkirin. Bi sedema giliyên xelkê û jîngeparêzan, çend proje li dadgehê hatine hilweşandin.
