Rûsya sîstema mûşekî ya S-300 li Reqayê bicih kir
Rûsya sîstema berevaniya asmanî S-300 li firokxaneya serbazî ya bajarê Tebqa li parêzgeha Reqa ya Sûriyê bi cih kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Rûsya sîstema mûşekî ya S-300 li firokxaneya Tebqa ya li rojavayê parêzgeha Reqayê bicih kir.
Li gor zanyariyên Rewangehê, Rûsya di dema dawî hêzeke mezin şandiye bakurê rohjhilatê Sûriyê û manorên leşkerî ligel hêzên rêjîmê encam dide.
Diyar kir jî, Rûsyayê hejmarek ji helîkopteran jî li firokxaneya Tebqayê bicih kiriye û di van du rojên dawî de tevgereke zêde ya firîna helîkopteran li wir heye.
Amaje bi wê jî da, roja 4ê vê mehê hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê gihîştin navçeya Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê ku di nav de çekên giran jî hene.
K24
