• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 12 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media November 13, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 12 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku li Herêma Kurdistanê 322 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di tora xwe ya civakî facebookê de ragehandiye di 24 demjimêrên borî de li herêma 322 pêketiyên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û bi giştî jî heta nhaa li Herêma Kurdistanê 368 hezar û 698 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Herwaha hat ragehandin di 24 demjimêrên borî de 12 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî heta naha li Herêma Kurdistanê 6 hezar û 651 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, di 24 demjimêrên borî de 706 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne û bi giştî jî li Herêma Kurdistanê 354 hezar û 240 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Top