• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Kerkûkê Emîreke din yê DIŞIê hate kuştin

Gulan Media November 13, 2021 Nûçe
Li Kerkûkê Emîreke din yê DIŞIê hate kuştin

berpirseke din jî hatiye girtin.
Îstîxbarata Îraqê wî li Kerkûkê kuştiye.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Îraqê, îstîxbarata vê welatî belav kiriye ku piştî wergirtina zaniyariyan li dor hebûna emîrekî terorîstên DIŞIê li deverê de, hêzên îstîxbaratê dest bi lidar xistina operasiyonekê kirine.

Di encama operasiyona han de yaku li Başûrê Kerkûkê hatiye lidarxistin, emîrekî DIŞIê bi navê Yasîn Mihemed Îzî ku bi navê kod Ebû Qutade dihate nasîn hatiye kuştin.

Ji aliyeke din ve her li Kerkûkê berpirsekî din yê DIŞIê yê ku pîwerdar bûye daku hevkariyên darayî bi ser kesûkarên terorîstên DIŞIê de belav beke, ji ailyê artêşa Îraqê ve hatiye girtin.

Top