Şêx Şamo: Ew pêla koçberiyê gelek metirsîdare û divê xelk hişyar be
Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê karûbarê êzdiyan ragehand, ew pêla koçberiyê ya naha destpê kiriye karesat e û pir metirsîdare û piraniya wan kurdên ku li Belarus asê mane, ji wan navçeyan çûne ku PKKê dagir kirin û divê xelk hişyar be.
Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew hemwelatiyên êzdî yên ku koç kirine, piraniya wan ji wan navçeyan çûne ku PKK têde bûye û xelk ji reftarên wan bêzar bûne. Raste koçberî diyardeyekî cîhanî ye û ji berê de heye, lê ev pêla koçberiya naha karesat e û xelkê me divê hişyar be.’’
Şêwirmendê Serokê Hikûmetê got: ‘’Xelk nabe bikeve wê dafikê û jiyana xwe û malbata xwe bixin metirsiyê. Di vê navberê de hin kes dikarin desbas bibin û hin kesên din jî nikarin biçin û ev yek dibe sedemê koçberî û derbederiyê.’’
Şêx Şamo got: ‘’Di vê qonaxê de pêwîste hemwelatî pir şiyar bin û nekevin dafika vê diyardeyê. Ji ber ew ne rêya çareseriyê ye û ne rêya xwe xilas kirinê ye. Ev pêl gelek metirsîdare li ser jiyan û pêşeroja wan bixwe.’’
Çend mehên borî de pêleke berfireh a koçberiyê destpê kir û ev diyarde ne tenê li Herêma Kurdistanê, li piraniya welatên navçeyê heye û berê xwe didin Belarus û naha sînorê wî welatî û Polonyayê rewşekî xirab û pir metirsîdar heye. hejmarek zêde jî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nav wan penaberan de ne.
Basnews
