• Thursday, 26 February 2026
logo

Rekoreke nû: Her dolareke Amerîkî 10 lîreyên Tirkî derbas kir

Gulan Media November 13, 2021 Nûçe
Rekoreke nû: Her dolareke Amerîkî 10 lîreyên Tirkî derbas kir

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî berdewam e û îşev 12ê Mijdara 2021an nirxê her dolareke Amerîkî 10 lîreyên tirkî derbas kir.

Di 10ê  Mijdara îsal  de ligel eşkerekirina amarên enflasyona Amerîkayê daketina lîreyê Tirkî lez girtibû û her dolareke Amerîkî gehîştîbû 9,87 lîreyê Tirkî. Lê dolar li vê astê  ranewestiya û îro 12ê Mijdara 2021an di demjimêr 21.30ê de her dolarekê Amerîkî 10 lîre derbas kir û gehişte 10.00057an

Daketina bihayê Lîreyê Tirkî û tomarkirina wê rekora nû piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê 23ê Cotmeha 2021ê gefa derxistina ji Tirkiyê li balyozên 10 welatan xwar û ew balyoz wek kesên nayên xwestin bi nav kirin.

Li gor aborînasan, gefa pêkanîna êrişeke din bo ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Erdogan ve, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve û dûrxistina sê berpirsên pilebilind ên Banka Navendî ya Tirkiyê bi biryara Erdogan, sê sedemên din ên daketina berdewam a bihayê lîreyê Tirkî ne.

 

Rudaw

Top