Efrîn: Çekdarên ASAyê dîsa bihev ketin, kuştî û birîndar hene
Li gor çavkaniyên herêmî, li meydana Azadî ya navenda bajarê Efrînê di navbera çekdarên girêdayî grûba Efrar El Şeriya û yên girêdayî Siltan Muhammed Fatih de şer û pevçûn derket. Di pevçûnan de herî kêm 5 çekdar hatin kuştin û sivîl jî di nav de gelek kes jî birîndar bûn.Li gor agahiyan, ji ber şerê navbera grûbên ASAyê rawesta Tirkiye mudaxele kiriye, lê digel Tirkiyeyê jî şer ranewestiyaye.
Herwiha duhî jî li navenda bajêra Efrînê li ser meseleya kontrolkirina îstasyona sotemeniyê di navbera grûbên ASAyê pevçûn derketibû.
Waar,tv
