• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK û YNK: Em hevpeymaniya Fetih û Saîrûn erênî dibînin

PDK û YNK: Em hevpeymaniya Fetih û Saîrûn erênî dibînin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevbeş de, pêşwazî li hevpeymaniya di navbera Fetih û Saîrûn de kirin û pêkanîna wê hevpeymaniyê bi pêngaveke erênî bi nav kirin.



Di daxuyaniya hevbeş a PDKê û YNKê de hatiye, ku “bi hewla dilsozan û ji bo derbasbûna welat ji aloziya siyasî, hewlek bo hevpeymaniya navbera Saîrûn û Fetih hate ragihandin û polîtbîroyên YNK û PDKê, vê gavê bi erênî dizanin û dibêjin, destpêka nexşerêkeke siyasî û hevpeymaniyeke baş e ji bo derbaskirina vê rewşa siyasî ku ketiye binbesta siyasî, bê guman YNK û PDK helwêsteke hevbeş ji xwe nîşan didin û di demeke herî nêzîk de, şandeke hevbeş bo gotubêjan pêk tînin.”



Di daxuyaniya hevbeş de, PDK û YNK herwiha dibêjin: “Di heman demê de em hêvîdarin, em hemû aliyên kurdistanî û iraqî, xalên hevbeş bi ser xalên nakok de serbixin û pêkve berpirsatiya hikûmeteke tifaqa niştimanî bo raperandina erkên hevbeş pêk bînin û yekrêziya niştimanî biparêzin.”



Polîtboruyên her du partiyan amaje bi rewşa hestiyar û aloz a Iraqê û Kurdistanê, proseya hilbijartinan û çareserkirina kêşeyên wê kirine û tekez kirine: “YNK û PDK, xwe û gelê Kurdistanê ji metirsiya wan kêşeyan, li Kurdistanê û Iraqê dûr xistin û me gelek hewl jî dan, ku berdewam beşek bin ji çareseriyê, li gorî destûr û rêkar û yasayên hilbijartinan, ji bo wê yekê jî şandên hevbeş ên her du aliyan bi şêwira li gel hev, me serdana hemû aliyên iraqî kir û me helwesta xwe gihande wan.”



Doh êvarê, di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de, Muqteda Sedir û Hadî Amirî pêkanîna hevpeymaniyekê di navbera her du lîstên Hevpeymaniya Saîrûn û Hevpeymaniya Fetih de ragihandin.

Rudaw
Top