• Thursday, 26 February 2026
logo

5 bendav li ser rûbarê Xabûrê tên çê kirin

Gulan Media November 12, 2021 Nûçe
5 bendav li ser rûbarê Xabûrê tên çê kirin

Serokwezîr çê kirina bendavên han erê kiriye û fermana dabîn kirina bûdceyê daye.
Serokwezîr fermana çê kirina wan bendava daye.

Îdareya serbixwe ya Zaxoyê ragihand ku weke îdareyê, projeya çê kirina 5 bendavên curbicur li ser rûbara Xabûrê dane hikûmeta Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya îdareya serbixwe ya Zaxoyê, Serokwezîrê Kurdisanê Mesrûr Barzanî jî qebûl kiriye ku ev her 5 bendav li ser rûbarê Xabûrê werin çêkirin û bo vê yekê jî biryara dabîn kirina bûdceyê daye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku di demeke nêz de dest bi cîhbicîh kirina projeya han tê kirin.

 

 

Top