Senatoran derbarê HDPê de daxwazek ji Biden kirin
10 Senatorên Amerîkî derbarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û egera qedexeya siyasetê li ser parlamenterên wê, nameyek ji Serokê wî welatî Joe Biden re şandin.
Li gor zanyariyên hatine belav kirin 10 senatorên Amerîkî yên bi navên Christ Van Hollen, Jamse Lankford, Angus King S. Jr, Sherrod Brown, Ron Wyden, Thom Tillis, Edward J. Markey, Jeffrey A. Merkley, Jeanne Shaheen û Corry A. Booker bi nameyeke hevbeş derbarê girtina HDPê û egera qedexeya siyasetê li ser parlamenterên wê partiyê, daxwazek pêşkêşî Joe Biden kirin û hişyarî dan.
Ew senator di nameya hevbeş de ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re dibêjin, “Em daxwaz dikin ku hûn di peywendiyên ligel Tirkiyê de girêdayî prensîbên demokrasî, mafê mirovan û serweriya hiquqê yên welatê me bin.”
Herwiha ew senator daxwaz ji Joe Biden dikin, ku “bi Erdogan bide zanîn ku dê encamên ciddî yên girtina HDPê û qedexaya siyasetê li ser parlementerên wê, bo Tirkiyê hebin.”
Rudaw
