Ellawî daxwaza helwêstê li Sîstanî dike
Serokê Bereya Niştmanîya Medenî Eyad Ellewî daxwaza helwêstê li mercîe bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî dike.
Berdevka Bereya Niştimaniya Medenî Leyla Ebdulletîf, di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokê Bereya Niştimaniya Medenî Eyad Elawî, nameyek derbarê rewşa welat ju Ayetullah Elî Sîstanî, mercîe bilind ê şîeyên Iraqê re şandiye.
Herwiha Eyad Ellawî di nameyek de daxwaza helwêstê li Elî Sîstanî kiriye û ragihandiye Iraq ji ber kêşe û nakokîyan di rewşeke gelekî xirab daye û erişa li ser qewareya wê dirust bûye.
Ligor beyanameyekê Ellawî di nameya xwe de ji Sîstanî re ragihandiye: ‘’Dabeşbûn tene di nava mala erebên şîe belkî li nava hemû pêkhateyan de çêbûye.’’
Herwiha Eyad Ellawî di nameya xwe de ji Elî Sîstanî xwestiye helwêsteke çalak û karîger werbigire ji bo dabînkirina rewşa aramî û seqamgiriyê li Iraqê.
Basnews
