• Thursday, 26 February 2026
logo

Li jina 96 bi hinceta ‘sivkatîkirina Erdogan’ ceza birîn

Gulan Media November 11, 2021 Nûçe
Li jina 96 bi hinceta ‘sivkatîkirina Erdogan’ ceza birîn

Li navçeya Siweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, derbarê jina 96 salî ya bi navê Aliye Yabansu ku bi hinceta “sivkatîkirina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re” doz li hatibû vekirin de, biryar hat dayîn û dadgeha eslî ya cezayê yekem a Siwêregê “cezayê tedbîra ewlehîyê” li wê birî, lê niha ji ber bertekên civakî cîbicîkirina cezaya wê hat rawestandin.

Tevî ku li gor rapora Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hişê wê ne li cîh e, û li gor kanûnê jî ew ji tiştên ku dibêje berpirsiyar nayê hesibandin jî bi hinceta ku di vidyoyek xwe ya li ser li medyaya civakî de sivkatî li Erdogan kiriye ji aliyê serdozgerîya komarî ya Siwêregê ve di 2019an de doza heqaretê lê hatibû vekirin. Dadgeha Siwêreqê cezayê tedbîra ewlehîyê li wê birî û biryara di bin kontrolê ya li nexweşxaneyekê li Qeyserî dabû.

Li gor biryarê dadgehê divê Aliye Yabansu herî dereng di 5ê Mijdara vê mehê de di kontrola hêzên emnî de ji Siwêregê bo nexweşxaneya Qeyseriyê bihata veguheztin û ji bo demek nedîyar di bin kontrola bijîjkên derûnîyê de bima.

Lê ji ber bi îtîraza parêzer û bertekên civakî înfaza tedbîra ewlehiyê ya Aliye Yabansu ya 96 salî ya ku bi hinceta sivkatî li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye û lê doz hatibû vekirin hat rawestandin.

Aliye Yabansu tohmetên li ser xwe red dike û dibêje: “Min nekiriye, min nedîtiye,min nekiriye, min lê nekiriye.”

Di rûniştina biryarê ya dozê de di 1ê Berfanbara 2020an de Serdozgerê Komarî ji ber ku li gor rapora bijîjkan ku nebûna hişmendiya Aliye Yabansu pesend dike ji dadgehê bo Aliye Yabansu daxwaza cezayê tedbîra ewlehîye xwestibû û dadgeha cezayê esliyê ya yekem a Siwêregê cezayê tedbîra ewlehîyê li Eliye Yabansu birî bû.

Parêzerê wê Celîl Taniş jî dibêje: “Me got ev jîna 100 salî ye.Ew li erdê ye û nikare rabe ser xwe û her du lingên wê nagrin. Ji ber wê jî tu metirsiya wê ji bo civakê nîn e. Niha biryar dane sekinandin, lê dê çawa be ne diyar e. Piştre dema ku doz hate jibîrkirin dibe ku cardin biryara xwe cîbicî bikin.”

Li gor biryara dadgehê divê Aliye Yabansu ji ber ku “ji bo civakê metirsî ye divê li nexweşxaneya bajêr ya Qeyseriyê heta ku metirsiya wê li ser civakê  kêm bibe were çareserkirin.”

Celîl Taniş herwiha got: “Ji bo vêya me îtîraz kir. Me got hûn rabin vêya bixin otomobîlê hûn bişînin Qeyserîyê ew dê negihîje Qeyseriyê ew dê di rê de canê xwe ji dest bide. Ew pir ditirse ji ber wê yekê niha dema hinek diçin cem wê, ew wisa dizane ku ew polîs in ku hatine wê bibin û ji ber wê jî digrî.”

Kes û karên Aliye Yabansu jî ji ber doza ku li wê hatiye vekirin dilgiran in.

Mirovê wê Burhan Tatu jî dibêje: “Em li pîrê mêze dikin. Dioya min binê wê paqîj dike, girê dide. Çî pêwîstiyên wê hebin em cîbicî dikin. Hişê wê ne tam e. Tişta ku îro gotibe saetek din nizane ku çi gotiye.”

Aliye Yabansu niha ji doza ku lê hatiye vekirin û ji biryara ku bo wê hatiye dayîn bê xeber, ji deng û rengên li dev û doran xwe bi awayek nehaydar bi alîkarîya endamên malbata xwe bi erebokê digere ku haya wê ji tiştek nîne.

 

Rudaw

Top