Von der Leyen: YEyê wê toleyên li ijî Belarûsê tûndtir bike
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen piştî li Qesraspî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civîya dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dê toleyên dijî Belarûsê berfireh bike.
Von der Leyen da zanîn ku toleyên nû dê dijî kesan û sazîyan werin ragihandin.
Herwiha Von der Leyen di axaftina xwe de bal kişand ser rewişa koçberên li sînorê Belarûs û Polonyayayê û dîyar kir ku ew rewişa li wir ne ‘’kêşeya koçberan’’ e, lê encama hewildana ‘’rejîma otorîter’’ ya Mînskê ye ku dixwaze cîranên xwe ‘’bêîstiqrar’’ bike.
Di berdewamiyê jî de Von der Leyen amaje bi wê yekê jî kiriye wê YEyê wê toleyên li dijî Belarûsê tûndtir bike.
K24
