Dema mana leşkerên Tirkiyê li Azerbeycanê hat dirêjkirin
Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê ragihand, ku daxwaza serokomarê Tirkiyê Recep Teyyib Erdogan a mana artêşa wî welatî ji bo dema saleke din li Azerbeycanê, li encûmena giştî ya parlamentoyê hat pejirandin.
Doh dirêjkirina dema mana Artêşa Tirkiyê ji bo dema saleke din li Azerbeycanê, di bernameya karê Encûmena Giştî ya Parlemana Tirkiyê de bû. , û bi piraniya dengan hat pejirandin.
Pêşnûme bi dengên "erê" ên ji bilî HDPê bi çar partiyên li parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.
Li gorî protokoleke taybet di navbera herdû wletan de, ji sala 2016an ve, hêzeke taybet a Tirkiyê ku ji Lîwayekî Leşkerî ya şerker pêk tê, li bingeheke asmanî li Azerbeycanê hatiye bicihkirin.
Biryar e Tirkiyê sala bê, bingeheke asmanî ya mezin li Azerbeycanê veke.
Hêz û bingehên leşkerî yên Tirkiyê niha li 13 welatên cîhanê weke Iraq, Sûriyê, Lubnan, Efxanistan, Qeter, Malî, Afrîqaya Navîn, Bosne Hersek, Qubrisa Bakur, Azerbeycan û Albaniya hene.
Rudaw
