800 polîsên li Tirkiyê perwerde bûne gihîştin Efrînê
Medyayên opozîsyona Sûriyê belav kirin, 800 endam ji Polîsa Niştimanî bi armanca zeftkirina ewlehî û aramiyê gihîştin Efrînê û ji piştî cejna Remezanê dest bi erkê xwe dikin.
Daneya yekem ku berî du hefteyan ku hejmara wan nêzîkî 700 polîsî bû gihîştibûn Efrînê û dest bi karê xwe kiribûn, lê li gor zanyariyên K24ê, ta niha ewlehî û aramî li Efrînê bicih nebûye û dizî, talan û revandina welatiyan roj bi rojê zêdetir dibe.
Her li gor zanyariyan piraniya endamên “Polîsa Niştimanî” ji Erebên navçeyên cuda yên Sûriyê û ji endamên heman grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine ne.
K24
